Parlamentoya Ewropayê Guaido nas kir!

Parlamentoya Ewropayê Serokê opozîsyona Venezuelayê Juan Guaido weke Serokê Demkî yê Venezuelayê nas kir bangî welatên din ên Ewropî jî kir bi vî awayî biryarê bidin.

Biryara nasandina Guaido wekî Serokê Demkî yê Venezuelayê, ne biryareke bendîkar e bes girîngiyeke wê ya sembolîk heye.

Herwiha Parlamentoya Ewropayê bang li welatên Ewropayê kir ku ew jî Guaidoyî nas bikin.

Bi vî awayî Parlamentoya Ewropayê, bû yekem saziya Ewropî ku li hember Muduro, Guaido nas kir.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin