Parlamentoya Elmanyayê: Tirkiye sivîlan dikuje!

Parlamentoya Almanyayê operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê hat nirxand. Hemû partiyên alman ragihandin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Li Parlamentoya Almanyayê operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê hat nirxandin. Hemû partiyên alman ragihandin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Herwiha muxalefetê, ji bo hikûmeta Almanyayê bertekên tund nîşanî operasyonê Tirkiyeyê nekir ew rexne kir.

Li gor nûçeya DW Tirkî li ser daxwaza Partiya Çep a Almanyayê li parlamentoyê operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê hat nirxandin.

Nûnerê Partiyên Xrîstiyan CSU/CSU Roderich Kiesewetter di axaftina xwe ya parlamentoyê de got: "Ji bo ku li hemberî Tirkiyeyê ti êriş pêk nahatiye û plansaziyek tineye, operasyona li hemberî Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Nûnerê Partiya Demorat a Civakî (SPD) Dagmar Freitag jî di axaftina xwe de got: "Ez jî tevlî axaftinên Kiesewetter dibim. Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye."

Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping jî di axaftina xwe de operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê şermezar kir û got: "Artêşa tirk li Efrînê sivîlan dikuje, lê Serokwezîr Angela Merkel bêdeng e. Bêdengiya we çokşikandina li hemberî Erdogan e. Vê bêdengiyê bi dawî bînin û hemû plan û hevkariyên xwe yên leşkerî bi Tirkiyeyê re rawestînin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin