Parlamentoya Belçîkayê bi fermî komkujiya Êzîdiyan weke jenosîd nas kir

.

Parlamentoya Belçîkayê, komkujiya Kurdên Êzîdî bi fermî weke jenosîd nas kir û ji hikûmeta welatê xwe daxwaz kir ku alîkariya vegera Kurdên Êzîdî ji bo cih û warên wan bike.

Parlamentoya Belçîkayê, do Pêncşemê ji bo pesendkirina projeyasaya naskirina jenosîda Kurdên Êzîdî civiya û bi piraniya dengên Parlamenteran, komkujiya Kurdên Êzîdî weke jenosîd hat qebûlkirin.

Herwiha Parlamento ji hikûmeta Belçîkayê daxwaz dike; alîkariya Êzidiyan were kirin, da ku vegerin cih û warên xwe.

Parlamentoyê da zanîn ku divê alîkariya wan kesan were kirin ku rûbirûyî tundiyê bûne û  dibêje: “Nabe ti tawanbarek rizgar bibe, bi taybetî li Iraq û Sûriyê.”

Herwiha parlamento daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şengalê dike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye