Parlamenterên Kurdistanê sonda yasayî xwar

Îro yekemîn civîna gera pêncê ya parlamentoya Kurdistanê hat sazkirin û têde parlamenterên vê xûla nû ya parlamentoyê sonda yasayî xwarin.

Îro Sêşemê 6ê Mijdarê di saet 12:00ê nîvro de, parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe lidar xist.

Civîna îro tenê taybet bi sondxwarina parlamenteran bû, ji ber ku heta niha di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ti rêkeftinek ji bo diyarkirina desteya nû ya serokatiya parlamentoyê nehatiye kirin.

 

Naveroka sonda yasayî ya parlamenteran jî bi vî awayî ye: “Sond dixwin bi Xwedayê mezin, ku zêrevaniyê di ber yekîtiya gel û xaka Kurdistan-Iraqê û berjewendiyên bilind ên wê de bikim.”

 

Her wiha hat ragihandin ku her yek ji serokê lîsteya YNK Qubad Talebanî û serokê lîsteya Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid, neçûn Perlamentoyê û amadeyî yekem rûniştina gera pêncem nebûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin