Parlamenterên Kurdistanê darên zeytûnê çandin, operasyona Şaxa Zeytûnê protesto kirin

Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê nîşan dan.

Komek parlamenterên Kurdistanê îro bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember operasyona  “şaxa zeytûnê” ya artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê nîşan dan.

Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye,

“Me li hember operasyona şaxa zeytûnê 4 darên zeytûnê wek sembola berxwedana Efrînê çand. Silav li berxwedana Efrînê û gelê me…”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin