Parlamenterên HDPyê û Hevseroka DBPê ji PAKê re sersaxî xwestin

.


(RÛPELA NÛ) Bi minasebeta wefata Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen,
Hevseroka DBPyê(Partîya Herêmên Demokratîk)  Saliha Aydeniz bi peywendîyeke telefonî ya li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik de, sersaxî ji malbata  Feyyaz Ekmen, ji hemû PAKîyan û ji gelê Kurd re xwest.

Ji aliye din ve parlamenterên HDPyê(Partîya Demokratîk a Gelan) İmam Taşçier, Necdet İpekyüz, Nusrettin Maçin bi peywendîyên telefonî yên li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê  Vahit Aba re, sersaxî ji malbata kek Feyyaz Ekmen, ji hemû PAKîyan û ji gelê Kurd re xwestin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, Feyyaz Ekmen nexweşiya ji ber Covid-19ê li Almanyayê koça dawî kiribû.


Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen roja 04.05.202an  Kercewsa Nevçeya Batmanê(Êlih) hatibû veşartin.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye