Parlamenterên HDPê bo Leyla Guvenê meşiyan

Parlamenterên HDPê ku xwestin ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasaray a Stenbolê bimeşin. Lê meşa parlamenteran ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, îro li Qada Taksîmê di nav dorpêça polêsan de, çalakiya rûniştinê li dar xist. 

Parlamenterên HDPê piştî çalakiya rûniştinê li ber Otela Hîl a li Qada Taksîmê kom bûn û ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve bi pankarta ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ dest bi meşê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh bal kişandibû ser çalakiya parlamenterên HDP’ê û wiha gotibû: “Ger ku ez destûrê bidim hûn wê meşê li dar bixin, wê demê ez ne zilamim.” 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin