Parlamenterên Brîtanyayê: Divê Brîtanya li hember Tirkiye dîsa helwesta xwe diyar bike

.

 Li Brîtanyayê zêdeyî 50 Parlamenteran, ji bo "li hemberî binpêkirinên mafên mirova yên li Tirkiyê, helwesteke çalak" diyar bike, bi nameyekê bang li Hikûmeta Borîs Johnson kirin.

Li gor zanyariyan, bi serpereştiya Parlamenterê Partiya Muhafezeker Crispin Blunt û Parlamentera Partiya Karkeran Hilary Benn, ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya Dominic Raab nameyek hat amadekirin û pêwîstiyên di peywendiyên Tirkiyê û Brîtanya hatin rêzkirin.

Di nameyê de tê gotin, di dema Serokkomariya Recep Tayyip Erdogan de pêşketina mafê mirovan li Tirkiyê berevajî bûye û dibêjin "Divê Brîtanya ji bo Tirkiye dîsa têkeve rêya demokrasiyê, rêz bide mafê mirovan helwesta xwe diyar bike, ev berpirsiyariyeke Brîtanya li hemberî civaka Tirkiyê ye."

Di nameya parlamenteran de gelek mînakên li Tirkiyê wek hilweşandina Parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu, doza dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi sedan sîyasetmedarên girtî tên nîşandan.

Herwiha di nameyê de tê eşkerekirin ku divê Brîtanya diyar bike, dostaniya wan bo Tirkiyê ‘ne bê şert û merc e’ û bo Hikûmeta Tirkiyê bide xuyakirin ku wê her dem piştgirî bidin mafê mirovan.

Parlamenter di namê de dibêjin, Rêvebiriya Amerîka di pêwendiyên bi Tirkiyê re gelek vekîrî ye û divê hêviya wan jî ew e ku Brîtanya jî bi awayekî vekîrî xwedî helwest be.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn