Parlamenterê Kurd: Divê mafê Êzidiyan di destûra Sûriyê de hebe

.

Parlamenterê Kurd di parlamentoya Sûriyeyê de ji serokê parlamentoyê re bo Kurdên Êzdî nameyeke taybet şand û xwest madeyeke destûrê were guhertin û mafê Êzdiyan têde were parastin.

Parlamenterê Kurd Ebdulrehman Xelîl li parlamentoya Sûriyeyê ji serokê parlamentoyê Hemûda Sabax re bo Êzdiyan nameyeke taybet şand û tê de xwest madeyeke destûrê were guhertin û mafê Kurdên Êzdî têde were parastin.

Parlamanter Ebdulrehman Xelîl dibêje, li gor destûrê mafê hemû welatiyan weke heve û ol, zayend, esil û ziman û bîr û bawerî wan ji hev cuda nake.

Herwiha xelîl dibêje, divê madeya 308 ji destûrê were berferehkirin û navê Êzdiyan li destûrê were zêdekirin, weke cihû û mesîhiyan pêkhateyeke olî, ji bo ku di destûrê de xwediyên hemû mafan bin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye