Parlamenterê berê yê HDPê İbrahîm Ayhan li Hewlêrê koça dawî kir

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên berdest parlamenterê berê yê HDPê Îhrahim Ayhan şevê din derdora seat 01.00ê krîza dil derbas kir.

 

Îbrahîm Ayhan, parlamenterê HDPê yê Rihayê di serdema 24 û 25an de bû.

 

Li gorî zanyariyan hevjîna Îbrahîm Ayhan, Rezan Ayhan ji bo wergirtina cenaze ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ketiye.

 

Biryar e cenazeyê Îbrahîm Ayhan li bajarê Rihayê bê veşartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin