Nuri Aldur
Li welat û dewletên ku bi demokrasîyê/parlamentarîzmê tên îdarekirin jî kêm-zêde nexweşî û problemên civakî hene û wê her hebin jî. Çawa? Ji ber ku kes û gel herdem dikarin nerazîbûna xwe dîyarbikin, dijîtîya xwe li hemberî politîka û biryarên hûkûmetan bidne nîşankirin. Û ewan vi şixûlî bi awayên demokratîkî û metodên sivîl/medenî pêktênin.
LÊ LI welat û dewletên ku ne xwedî demokrasîne (auktorîter, despotîk, dîktatûr) nexweşî û problemên mezin û tehlîke hene û wê hertim jî hebin. Kes û gel nikarin şîkayetan bikin nikarin dijberîya xwe hemberî politîka hûkûmetan nîşan bidin. Hemwelatî û gel ditirsin, tên girtin û tên kûştin. LI Rojhelata navîn yek welat û dewlet heye ku bi sîstema parlamentarîzmê/demokrasîyê têt îdarekirin û ew welat û dewlet jî Îsraîle: li wir parlamento heye, li wir opozîsyon/mûxalefet heye û li wir kes û gel îtîraz û gilihên xwe bê tirs, bi awayên medenî didine xwîyakirin û tû kes jî nayên girtin, nayên îşkence kirin û qetl nabin. Ha ma li Îsraîl neheqî û kêmasî nînin? Belê kêmasî û neheqî çêdibin û heta tiştên dijî demokrasîyê jî çêdibin(wek mîsal; kesên sivîl ku li Gazayê tên kûştin û bi hezaran birçî û şepirze dibin) lê ji ber ku hûkûmetên Îsraîl ji alîyê gelên xwe ve tên hilbijartin û ewan hûkûmetan bi koalîsyonan(gûft û go, mûzakere, peyman) çêdibin (kî eve krîterên parlamentarîzm/demokrasîyêne) ew dibin xwedî berpirsîyar û bi cesaret biryarên xwe didin. Çilo û çawa? Ji ber ku ewan hûkûmetan rast û rê gel ê xwe temsîl dikin. Dı hılbıjartın û hejmaran dengande hîle û sextekarî nînin û lewra ewan hûkûmetan politîka xwe bêtirs bicîhdikin.Hûkûmeta berpirs opozîsyona xwe jî na pelixênê û kesî jî zîndan nakê.
LI Irak û Sûrî her çiqas şansê xweşî û hûzûrê jî çêbû, lê zihnîyeta nû ya li Şamê û ya niha li Baxdayê(bi perspektîva kurdî) di realîtêde ji ya Sadam û Esed ne baştir û ne çêtire. Her dîse ewan bi sloganan "şabil irak", "şabil sûrî" mîna zalim û zordaran li ber firsetana ku gelên ne "şabil arabbin" ji hemî tiştan bêpar bihêlin û eger ew bikarin wê dîse kurda bikujin û qetlîaman bikin.
Tirkî û Îran ketina tirsa ku Îsraîl wê wan bertetef bike û rewşeke paranoia li gel van her dû welatan çûbûyîye. Ev her dû dewlet bawerîya wan bi gelên wan nayê, opozîsyon yan tar û mar kirine yan jî hîç nehiştine. Bi deh hezaran hemwelatî di zîndanandene û gelek kes îdam dibin. Helbet wê gelek kes û hemwelatî ji van welatên despotîk heyranên parlamentarîzm û demokrasîyêbin, ji ber ku ewan xwe li welatê xwe; xwe di dojehêde/di cehenemêde dibînin.