Parlamanterê Berê yê AKPê Alir: MHP Rê Nade Reformên Erdogan

.

Li Tirkîyê gotûbêjên ser reformên hiqûqî û aborî didomin, lê opozîsyon reşbîn e ku jiber helwesta Partîya Gel ya Netewperwer (MHP) Edogan dê nikaribe reforman çêke.

Parlamanterê berê yê AKP’ê Mehmet Hanifî Alir bawer dike ku Erdogan dixwaze reforman çêke, lê MHP’ê rê nade wê yekê.

 

“Erdogan hem di warê reforman de û hem jî di warê pirsgirêka Kurd de çareserîyê dixwaze, lê jiber MHP’ê van nikare wan gavan bavêje.”

Alir ser daxuyanîyên Bulent Arinç yên derheqa berdana Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala dibêje ku gotinên wî hem mirovane û hem jî Îslamî bûn.

“Arinç dibe ku hinekî hişk gotibe, lê dîsa jî ez bawer dikim ku di dawîyê de her tişt wê were ser gotina wî.”

Alir ser encamên hilbijartinên Amerîkî jî dibêje ku Washington dixwaze bi Tirkîyê re têkilîyên xwe bidomîne û pirsgirêka Kurd bide çareser kirin.

“Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn mijara herî mezin e û kêşeyeke dîrokî ye. Heke Tirkîye heta ku sîyaseta xwe ya Rojava neguherîne peyvajoyeke teze ya çareserîyê nayê. Amerîka dixwaze vê meseleyê çareser bike, lê di hêla din de jî dixwaze bi Tirkîyê re têkilîyên xwe xurt bike.”

(VOA)

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan