Parêzgarê Hewlêrê: Hikûmetê bûdceyek taybet bo nehîştina hişkesaliyê terxan kir

.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, hikûmeta Kurdistanê bûdceyek taybet bo nehîştina kirîza avê û hişkesaliyê terxan kiriye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, bi fermana serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî bûdceyek taybet bo nehîştina hişkesalî û kirîza avê hatiye terxankirin.

Umêd Xoşnaw da zanîn jî, beşek ji wê bûdceyê bo Hewlêrê hatiye terxankirin.

Parêzgarê Hewlêrê behsa wê yekê jî kir ku konsolxaneya Îmaratê li Hewlêrê di çareserkirina kirîza avê de alîkariya wan de dike û got, me bi vedana bîreka avê li nahiya Qûştepe ya Hewlêrê dest bi vê hevkariyê kir.

Bi gotina Umêd Xoşnaw, ew bîra han di kûrahiya 670 metran de gihîşt avê, ev jî asteka metirsîdar e loma divê xelk di mijara bikaranîna avê de hestiyar reftar bikin û yên ku avê bi heder jî didin, dê bên sizadan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye