Parêzgarê Hewlêrê: Dê Newroza îsal ji ber Koronayê sembolîk were pîrozkirin

.


 Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ji ber Koronayê ewê roja Newrozê merasimeka sembolîk pêk bînin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re got, li gorî biryara komîteya bilind ya Koronayê, îsal Newrozê civîn û kombûn nayên kirin.

Umêd Xoşnaw her wiha got, lê emê merasimeka sembolîk pêk bînin û agirê Newrozê vêxin û çend mêvaneka jî vexwînin. Lê ti civîn û kombûnek dê nebe.

Ev çend roj in hejmara pêketî û miriyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gelekî zêde bûye.

Herî dawî, hikûmeta Kurdistanê ragihand, kî maskê bikar nehîne dê bi 20 hezar dînar were sizadan.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye