Parêzgarê Duhokê li Almanya çend rêkeftinan dike

.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana Almanya kir û biryar e li wî welatî çend rêkevtinan îmze bike.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro Duşemê 12ê Tîrmeha 2021ê bi serdaneke fermî gihîşt Herêma North Rhine-Westphalia ya Almanya û li gel seroka parlamentoyê wê herêmê û herjmarek ji wezîr û berpirsan civiya. 

Di hevdîtinan de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Herêma North Rhine-Westphalia, alîkariyên mirovî bo koçber û penaberan, rola Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de, pêkvejiyana berdewam a li herêmê û babetên wek jîngeh, kulturî, perwerde û xwendina bilind hatine gotûbêjkirin.

Herdu aliyan hêviya bihêzkirina peywendiyên dualî xwest.

Ji aliyê din ve Elî Teter ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin peywendiyên wan li gel Almanya berdewam bin û  di warê cûda de bêne pêşxistin.

Elî Teter got: “Plana vê serdana fermî bo Almanyayê ji zû ve hebû, lê ji ber coronayê me nekarîbû pêk bînin. Em ligel li gel seroka parlamentoyê civiyan û biryar e niha jî ligel Cîgirêserokwezîr, û wezîrên koç û koçberiyê, perwerdeyê bicivin. Armanca me ji vê serdanê du babet in; yek gihandina spasiyên xwe bo Almanyê ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybetî alîkariya parêzgeha Duhokê kirine.”

Teter herwiha da zanîn ku wan daxwaz kir ku peywendiyan berdewam bin û wiha pê de çû: “Di heman demê de me daxwaz kir ku ev peywendî tenê di warê mirovî de nebin û ji aliyê siyasî, kulturî û aborî ve berfirehtir bibin. Wan jî bi kêfxweşî pêşwazî li me kirin.”

Parêzgarê Duhokê eşkere kir ku dê serdana bajarê Essenê jî bikin û li wê derê di warê tendirustî de hinke rêkevtinan pêk bînin.

Biryare ku rêkeftinek di navbera Duhokê û hin bajarên Herêma North Rhine-Westphalia bêne îmze kirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be