Parêzgarê Duhokê bi Parêzgarê Şirnexê re dûvçûna birîna daran kir

.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tater, bi Balyozxaneya Giştî ya Tirkiye û Parêzgarê Şirnexê re, li ser dûvçûna birîna daran li sînorê parêzgeha Duhokê kir û piştî danûstandinan, biryar hat dan ku hevahengî di navbera her du aliyan de ji bo kontrolkirina vê babetê bê kirin.

Herwiha Qaymeqamê Zaxo jî şeva din di pêwendiyeke telefonî de, bi Qameqamê Şernexê re danî ji bo nehêlana li birîna daran li qezaya Zaxo û her du devera. Tekezî li ser wê yekê kir ku ev zêdegavî ye û nayê qebûlkirin.

Qameqamê Zaxoyê daxwaz ji hemû welatiyan dike ku li her deverê dar lê têne birîn, saziyên Hikûmetê bi belgeyan agahdar bikin ji bo dûvçûn bê kirin û zêdegavî neyin kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye