Parêzerê malbata Kurd: Derket holê ku komkujî plankirî ye

.

Parêzerê malbata Kurd a ku li Konyayê bikom hat kuştin ragihand, derket holê ku “kesên êrişkar bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne.”

Malbata Dedeogullari ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye,  roja 30ê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişeke nijadperest hat û di wê êrişê de 7 endamên malbatê bikom hatin kuştin.

Abdrurrahman Karabulut, parêzerê wê malbata Kurd e ku berî niha jî rastî êrişa nijadperstên Tirk hatibû û wî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Karabulut diyar kir, derket holê ku kesên êrişkar, piştî êrişa 12ê Gulanê li ser bernameya Whatsappê grûpek pêk anîne û “bi awayekî organîze û plankirî ev komkujî kirine.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye