Parêzera şervanên YPGê Îzol: Fransa mafê penaberiyê nadin endamên YPGê

.

Parîzera Kurd li Fransayê Sêvê Îzolî ragihand ku di van mehên dawîn de dadgehên Fransayê mafê penaberiyê nadin ciwanên ku di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kar kiribin.

Sêvê Îzolî ku parêzera 3 şervanên YPGê ye behsa helwesta Fransayê ya bo ciwanên di nav YPGê de cih girtine kir.

Îzolî diyar kir ku hinceta dadgehên Fransî ew e ku şervanên YPG û gelek endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qendîlê li ser destê PKK hatine perwerdekirin, PKK jî li cem Ewropa di “lîsteya terorê” de ye.

Parêzera Kurd da zanîn ku YPG bi xwe ne di lîsta terorê de ye, lê dadgehên Fransî dibêjin PKK şervanên YPG perwerde dike û piraniya kadroyên YPG û PYD ji nava PKK hatine û kesên ku rojavayê Kurdistanê îdare dikin li Qendîlê hatine perwerdekirin.

Parêzer Sêvê Îzolî got: “Bendeke derbarê wergirtina penaberên de dibêje kesên ku tevlî kiryarên li dijî nirxên mirovahiyê, prensibên Yekîtiya Netewî û kiryarên şer bûne nikarin mafê penaberiyê werbigrin. Heta niha  li Fransayê ti berpirs û fermanderekî PKKê ti caran mafê penaberiyê wernegirtine.”

Îzolî eşkere kir ku ew li hemberî helwesta dadgehên Fransî ya bo şervanên YPGê matmayî bûye û wiha pê de çû: “YPG heta niha ne li ser lîsteya terorê ya Ewropayê ye, lewma ev helwesta wan ne normal e. Dadgehên Fransayê derbarê muwekilên min de dibêje `em dizanin ku tu ligel YPGê bûyî, lê em dizanin ku hemû fermandeyên YPG û ew kesên rêveberiya Rojava dikin hemû li Qendilê perwerde bûne.` Bi vê hincetê mafê penaberiyê nadin.”

Bi gotina Îzolî li wî welatî hilbijartinên serokatiyê nêzîk dibin û Macron jî di vê heyama atmosfera hilbijartinan de naxwaze biryarên ne dilê Tirkiyê bide.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn