“Parêzbendiya jiyana xebatê pîroz e”

PDK Bakur, baweriya xwe bi pîvanên hiqûqê û mafên mirovan tînin û parêzbendiya jiyana xebatê diparêze

Bayana PDK-Bakur
"Li Bakurê Kurdistanê 11 hezar û 285 mamoste ji kare xwe hatin dûrxistin. Li gorî daxûyanîyên rayedarên hikûmetê dê ev hejmar bibe 14 hezar. Piştî hewldana darbeyê em li bendê bûn ku, aştî û li hev hatinek pêk were. Lê mixabin li Bakur 11 hezar û 285 mamoste ji kar hatin avêtin. Piraniya mamosteyên ku ji kar hatine girtin, kurd in û hemû jî li Bakurê Kurdistanê peywirdar in.  Ev yek metirsiyên me zêdetir dike.

Em weke PDK Bakur, baweriya xwe bi pîvanên hiqûqê û mafên mirovan tînin û parêzbendiya jiyana xebatê diparêzin. Ji ber vê yekê ji kar dûrxistina mamosteyan neheqiyeke mezin e. Lewre, ev mamoste li kîjan dadgehê hatine darizandin, kîjan dadgehê derbarê wan de çi biryar daye? Tu qanûn rê nade ku, 11 hezar mamoste ji ber gumaneke ji kare xwe bêne dûrxistin. Divê hikûmet demildest ji vê xeletiya xwe vegere.

Ji kar dûrxistin bi xwe re, pirsgirêkên civakî jî tîne. Lewre 11 hezar û 285 mamosteyên ku ji kar hatine avêtin, zarok, hevjîn/hevser û dayîk û bavên wan hene. Ew mamoste mecbur in ku debara wan bikin. Ger her malbat ji 4 kesan pêk bê, we çaxê ji ber biryara hikûmetê wê 46 hezar kes bê kar û birçî bimînin.

Em weke PDK Bakur, hemû rê û rêbazên tundrew û derhiqûqî red dikin."

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak

09.09.2016- Amed

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin