Paradoksa Çandî: Çima Wezareta Rewşenbîrî û Bingehê Laliş Mîrata Me Ya Resen Pêştirnaxînin ?

Kemal Tolan

Kemal Tolan

Dema ez li polîtîkaya çandî ya li Başûrê Kurdistanê dinêrim, bi taybetî li tevaya Herêma Kurdistanê û saziyên mîna Wezareta Rewşenbîrî û Bingehê Laliş ya rewşenbîrî û civakî, ez rûbirûyî nakokiyeke gelekî mezin û xemgîn dibim. Li gorî dîtina min, ev saziyên ku bi navê parastina çand û nasnameya Kurdên Êzdî hatine avakirin û mesrefekî mezin bi kar tînin, îro di şerê parastina nasnameyê de li seranserî herêmê de pir lewaz in.

Pirsa herî mezin û tûj ku îro wijdanê min dilerizîne û ez wekî rewşenbîrekî Êzdî pê diêşim ev e: Çima berhemên pîroz û bêhempa yên ronakbîrên me yên mîna Ordîxanê Celîl, Haciyê Cindî, Kanatê Kurdo , Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan Mûradov, Tosinê Reşît , Kemal Tolan û Wezîrê Eşo nayên ji bo hemwelatiyên ku nikarin Kurdiya bi alfabeya Latînî bixwînin wernagerînin ser zimanê Erebî/Aramî? Li gorî zanîna min, ev xezîneya dîroka Kurdîtî û Êzdiyatiyê ya ku reseniyeke gelekî kevnar îspat dike, di tarîtiyê de tê hiştin. Ez fam nakim, çima ev mîrat li seranserî welat de nayê naskirin, lê berovajî wê, deriyên saziyan ji bo belge û dokumentên di arşîvên dagirkeran de û dijminên Êzdiyatiyê ne hatine vekirin?

Di Baweriya Min De: Em Qadê Ji Bo Şovenîstên Dagirkerên Kurdistanê Re Dihêlin

Ez bi çavên xwe dibînim ku îro li Bexda, Ankara, Şam, Erîvan û hemû paytextên Erebî, bi sedan pirtûk û gotarên sexte li ser dîroka Kurdistanê û dînê Êzdiyan tên weşandin. Nivîskarên şovenîst û tundrew hewl didin Êzdiyatiyê ji kokên wê yên Kurdî biqetînin û wekî "tevgerên desthilatdarên cîranan" an jî "koma dînî ya heretî" nîşan bidin.

Di baweriya min de, li hemberî vê êrîşa hov a çandî, çekê herî bi hêz di destê me de heye: Arşîv û pirtûkên malbata Celîlan, lêkolînên zanistî yên Haciyê Cindî, Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd, Şekroyê Xudo, Eskerê Boyîk û hwd. ku bi dehan salan li sovyeta berê zargotin û çanda Êzdiyan parastine. Lê ez dibînim ku ev berhem li herêmê tenê bi tîpên Kurmancî (yên Erebî/Aramî) girtî mane. Ji ber ku Wezareta Rewşenbîrî û rewşenbîrên Bingehê Laliş van berheman wernagerînin zimanê Erebî/Aramî, xwendevan û akademîsyenên Ereb/Kurd rastiya Êzdiyatiyê nabînin. Li gorî nêrîna min, ev paşguhkirin, fîşekeke ku em di şerê çandî de li eniya xwe didin.

Sînorên Alfabeyê, Pirsgirêka Transkrîpsiyonê û Qutbûna Komînîkasyonê

Li vir xaleke din a ku pir dilê min diêşîne heye. Li gorî zanîn û baweriya min, pirsgirêk ne tenê wergera Erebî/Aramî ye; pirsgirêkeke mezin a komînîkasyonê di warê alfabeyê de bi xwe re heye. Ev saziyên çandî çima toreke piralî ya ragihandinê û pira komînîkasyonê ava nakin da ku berhemên bi ziman û alfabeya Erebî/Aremî û Latînî bigihînin her hemwelatekî û bi taybetî bigihînin destê ciwan û her kesên Êzdî?

Ez bi taybetî li vir di gotara xwe de dixwazim eşkere bikim û bînim ziman ku nakokiyeke din a giran heye: Berhem, pirtûk û lêkolînên giranbiha yên nivîskar û rewşenbîrên me yên mîna rehmetiyê Pîr Xidir Silêman, Îdo Babaşêx, Resen Hesen û yên weke Kovan Xankî û hwd. ku bi tîpên Aramî/Erebî hatine nivîsandin, çima ji bo hemwelatî û nifşên nû nayên transkrîbe kirin û wergerandin ser alfabeya Kurdiya Latînî?

Bi dîtina min, hîştina van pirtûkan di nava sînorên teng ên alfabeyekê de û neavakirina perwerde û weşaneke xurt a bi tîpên Latînî, nifşê nû yê Êzdiyan ji koka wan a nivîskî qut dike. Divê daxwaza me ya sereke ev be ku saziyên çandî pirtûkên tevaya nivîskar û rewşenbîrên me ji nû ve bi tîpên her du alfabeyan çap bikin, biweşînin û belav bikin. Heger perwerde û belavkirineke rast a komînîkasyonê li seranserî Kurdistanê heba, îro her ciwanekî Êzdî li Amedê, Xerzan, Riha, Mêrdîn, Şengal, Şêxan, Duhok, Hewlêr û di penaberiyê de, wê rasterast çavkaniyên pirtûkên pîroz û lêkolînên dîrokî bi alfabeya neteweyî bixwenda û rûbirûyî asimilasyonê nedihat.

Dîtina Min Li Ser Evîna bi Arşîvên Dagirkeran Re

Tişta ku dilê min zêdetir diêşîne û ez rexne dikim ev e: Rewşenbîrên me yên fermî û berpirsên çandê, li şûna ku berhemên van zehmetkêşên Kurdî û bi taybetî Êzdîtiyê yên li ser felsefeya Êzdiyatiyê derxin pêş, baz didin pey arşîvên Osmanî, Farsî, Brîtanî û yên dewleta Iraqê ya berê. Ez şahidiya wê yekê dikim ku ew bi şanazî pirtûkên li ser "belgeyên fermanên Osmaniyan" an "raportên sîxurên biyanî" çap dikin.

Rast e, li gorî zanîna min jî dîtina dîroka fermanan girîng e, lî ev arşîv ji aliyê dijmin û dagirkeran ve hatine nivîsandin! Ew Kurdan û bi taybetî Êzdiyan mîna "gunehbar", "reiyet" an "serhildêrên kûvî" pênase dikin. Ez dipirsim: Gelo çima Bingehê Laliş girîngiyê dide arşîva zimanê wî dijminê ku ferman li ser serê wan rakiriye, lê arşîva zindî û Kurdî ya Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo û Tosinê Reşît û hwd. paşguh dike? Li gorî nêrîna min, ev nexweşiyeke psîkolojîk a bindestiyê ye ku mirov dîroka xwe ji çavê kujerê xwe bixwîne û mîrata xwe ya resen bavêje kûpê ji bîrkirinê.

Kêmasiyên Di Siyaseta Weşandin û Belavkirinê De

Bi dîtina min, karê ku îro li Herêma Kurdistanê û Bingehê Laliş tê kirin, zêdetir di asteke herêmî de sînordar maye. Ez dibînim ku pirtûkên tên çapkirin piranî di nava xelekeke teng de dimînin û nagihîjin armanca xwe ya sereke. Siyaseta weşanê hîn jî sînordar e; pirtûk nakevin sîstema belavkirinê ya giştî, ji ber nebûna werger û polîtîkayeke neteweyî derbasî parêzgehên cuda nabin û qet nagihîjin Ewropayê jî.

Ez bawer im gava ku Wezareta Rewşenbîrî ya Herêmê zêdetir ji vîzyona neteweyî re xwedî derkeve, diwê ew komîteyeke mezin a wergerê ava bike. Wê hemû çîrokên gelêrî, helbest, roman, serhatî û hwd. lêkolînên pênasîna Êzdiyatiyê bikira Erebî/Aramî û Îngilîzî da ku cîhan rûyê rastîn ê vê çandê nas bike.

Bangawaziya Min: Êdî Dem Hatiye ku Ev Ji Xewê Şiyar Bibin!

Ev nivîs bangawaziya min e ji bo wezîr, berpirs û bi taybetî ji bo rewşenbîrên Bingehê Laliş ya rewşenbîrî û civakî: Ez bang li we dikim ku dest ji tîpên herêmî û rûniştina di odeyên hênik de berdin! Di nêrîna min de, parastina Êzdiyatiyê ne tenê bi qebûlkirina belgeyên Osmaniyan, Îranî û bersivdana rojane ya ji bo postên Facebookê yên şovenîstan dibe. Bersiva herî mezin, derxistina mîrata kûr a koka Kurdîtiyê ye ku di pirtûkên ronakbîrên Kafkasyayê û gelek berhemên Êzdiyên weke min de hatine veşartin. Ez hişyariyê didim: Heger hûn îro van berheman wernegerînin zimanên cîhanê û yê Erebî/Aramî, û bingeheke komînîkasyonê ya bihêz ji bo gihandina pirtûkên Latînî û wergera yên bi erebî/aremî bo hemwelatî û Êzdiyan ava nekin, sibe dîrok dê we wekî hevkarên windabûna vê çandê tawanbar bike.

Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî

#KemalTolan #Êzdîtî #Kurdîtî #ParadoksaÇandî #WezaretaRewşenbîrî #BingehêLaliş #MîrataKafkasyayê #AlfabeyaLatînî #ParastinaNasnameyê #DîrokaKurdistanê