PAPA SERDANA KURDISTANÊ KIR

Piştgirên Partiya Azadiya Kurdistanê li Ewropa Xêrhatina Papa ya li Kurdistanê kir

”Bi xêr hatin Kurdistanê”

Hatina Papa ya Kurdistanê, ne tenê li Kurdistana federe herweha li hemû perçeyên Kurdistanê û li diasporayê bi kêfxweşî û dilşadî hate pêşwazî kirin.

Seroka PAK-Ewropa Seval Mert bi peyamekê xêrhatina Papa ya Kurdistanê dike û dibêje ”Papayê mezin, Xelkê kurd bi salane bûne qurbanên terora xedar. Moralake mezin dide vî miletî gava hûn guhdarîya êş û kûlên wan dikin.  Ew terora ku miletê kurd pê re rû bi rû mane, ezîyet kişandine dê ev serdana we ji wan re bibe piştevanîyeke derûnî”.

Em mesaja Seroka Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa li jêr didin.

 

Hêja Serpîskoposê Romaya Katolîk,

Papayê berz û evdê evdên Xwedayî, Franciskus!

Em Kurdên dîasporaya pir kêfxweş û gelek razîne ku serokê Dêra Katolîk, cenabê we ku, wekî Papayê gel û Papayê belengazan têne binavkirin, wê serdana Kurdistanê bike û bi serokên wî welatî re bicive.

Papayê mezin, Xelkê kurd bi salane bûne qurbanên terora xedar. Moralake mezin dide vî miletî gava hûn guhdarîya êş û kûlên wan dikin.  Ew terora ku miletê kurd pê re rû bi rû mane, ezîyet kişandine dê ev serdana we ji wan re bibe piştevanîyeke derûnî.

Em kurdên li Ewrûpa dijîn dixwazin spasdariya xwe ji bo vî serdana cenabê we ya ku li Kurdistanê bû dikin û em dixwazin bi vê mesajê diyar bikin û bêjin hûn bi xêr hatin Kurdistanê!

 

Seval Mert

Seroka PAK-Ewropa

Piştgirên Partiya Azadiya Kurdistanê li Ewropa

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû