Papa ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî spasiya Serok Barzanî kir

.

 Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê, li balafirgehê ligel Serok Barzanî civiya.

Papa Francis di civînê de, bi taybetî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.

Papayê Vatîkanê di civînê de di hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî de, destnîşan kir ku wî serdana wan a Vatîkanê ji bîr nekiriye û ji ber wê ew hatiye Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê, serdana Serok Barzanî û Serokwezîr dike.

Papa ji Serok Barzanî re diyar kir: “Min Kurdistan ji bîr nekiriye, li ser daxwaza we û Serok Hikûmeta Herêmê ez hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne pêşwazî li min kir, we pêşwaziya Krîstiyanan jî kir.”

Herwiha Papa destnîşan kir: “We di dema êrîşên DAIŞê de welatiyên Krîstiyan parastin, we weke bira pêşwaziya birayên Krîstiyan kir.”

Serok Barzanî di civînê de hêviya xwe anî ziman ku serdana Papa Francis, biratî û pêkvejiyanê di navbera olan de bihêztir bike û got: “Em şanazî bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ferhenga me ya pêkvejiyanê, biratî û hezkirinê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê, pêşwaziya we dikin û serdana we cihê rêzgirtinê ye.”

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan