Papa Francis: Terorê bandoreke gelek xirab li ser hemû ol û netewan kiriye

.

Papayê Vatîkanê Papa Francis di serdana xwe ya Kurdistanê de, piştî pêşwazîya fermî derbasî Mûsilê bû û li dêreke wêranbûyî ya bajarê Mûsilê gotarek pêşkeş kir û dua kir.

Papa Francis piştî temambûna hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên payebilindên herêma Kurdistanê Papa Francis ber bi bajarê Mûsilê ve birê ket.

Li qada dêra Hoş a li Mûsilê Papa Francis gotarek pêşkeş kir û tê de, dua ji bo qurbaniyên destê terorîstan kir.

Papayê Vatîkanê ragihand, teror gelek bandoreke xirab û nerênî li ser hemû ol û netewan çêkiriye.

Papa Francis li dêra Hoş merasîma olî û dua bo ruhê hemû qurbanên dest terorê kir.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 4 salin bajarê Mûsilê ji destê terora DAIŞê hatiye rizgar kirin, lê hikûmeta Iraqê hê jî ti projeyek ji bo ava kirina bajar nedaye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye