Papa Francis spasiya gelê kurd kir

.

Piştî lidarketina qedaseteke mezin li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî li Hewlêrê, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê.

Di merasîma birêketinê de li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji berpirsên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Papa Francis îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetir ji 10 hezar kesî, beşdarî merasîmekê li Yarîgeha Franso Herîrî bû, tê de gotarek pêşkêş û qudaseteke olî li dar xist.

Papa di gotara xwe de tekezî li ser aştî û lêborînê kir û ragihand, “Divê em hemû pend û waneyan ji êş xwe werbigirin.”

Papa got jî: “Gelek ji birayên we birînên tundiyê li gewdê xwe hildigirin, sebr û dilovaniya wan hîşt ku bême cem we.”

Di dawiya gotara xwe de, Papa Francis spasiya amadekarî û lidarxistina wê qudasetê kir û got: “Ji dil ve spasiya xelkê kurd ê birêz, hikûmet û desthilata sivîl dikim.”

Herwiha Papa Francis got: “Vedigerim Vatîkanê, lê her dem Iraq di dilê min de dimîne.”

Piştî bi dawîbûna merasîma qesadiyê Papa Francis, ber bi Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rê ket û ji Hewlêrê ber bi Bexdayê ve çû. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanû û nûnerên pêkhateyên dînî bi merasîmekê Pap Francis oxirî Bexdayê kirin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye