Papa Francis geheşt Bexdayê  

.

Îro 05.03.2021ê Papa Francis bi rêya balefirekî ve geheşt Bexda ya paytexta Iraqê.

Papayê Vatîkanê Papa Francis li balefrigeha navnetewî ya Bexdayê bi merasîmekî ve ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve pêşwazî lê hate kirin. Biryare serdana Papa 3 rojan berdewam bike û serdana bajarê Necef û Nasiriye û Mûsilê bike û piştre jî serdana Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê bike.

Biryare di serdana xwe ya ji bo bajarê Necefê de Papa Francis li gel merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî jî hevdîtinekî pêkbîne. Herwaha biryare li bajarê Hewlêrê di stadyuma Franso Herîrî li gel bi hezaran Xirîstiyanan jî merasîmekî olî birêve bibe û duayê bo aştiyê bike.

Papayê Vatîkanê Papa Francis di yekem peyama xwe ya li Bexdayê de got, “Êzidî qurbaniyên bêguneh ên terorê bûn ku ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî bûne qurbanî.”

Papa bal kişand ser, bi hezarên salan e ku Iraq bi cûrbecûrîya xwe ya dînî tê naskirin û got, “Min ligel xwe aştî aniye. Divê pêkhateyên li Iraqê bi aştiyane bi hev re bijîn.”

Papa Francis bibîr xist ku ew dikarin cîhaneke dadwerî raberî nifşên xwe yên dahatûyê an bikin û ji bo qurbaniyên terorê ev peyam da: “Kes û karên ku ji ber terorê dost û hevalên xwe ji dest dane li bîra xwe tînim.”

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin