Panela Baroya Dîyarbekirê bal kişand!

Baroya Dîyarbekirê bi navê‘Di çerçeweya hiqûqa îdarî û cezayî de Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukimê Qanûnê de’ panelek li dar xist.

Di 16.11.2016an de di salona Konferansa DESOB de, Baroya Dîyarbekirê bi navê ‘Di çerçeweya hiqûqa îdarî û cezayî de Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukimê Qanûnê de’ panelek li dar xist. Bi taybet awûqat û hiqûqnas eleqeyekê germ û girseyî nîşanê panalê dan.

Panel bi moderatorîya serokê Baroya Dîyarbekirê Ahmed Ozmen de hat birêvebirin û Prof. Dr. Metîn Gunday ê mamosteyê Uniwersîteya Enqerê ya Fakulteya Hiqûqê, Doç. Dr Kerem Altinparmak ê mamosteyê ilmê Siyasî ya Zanîngeha Enqerê û Parêzera Baroya Stenbolê awûqat Aynûr Tûncel Yazgan bêşdarê panelê bûn.

Mijara panelê, piştî 15ê Tîrmehê ya hewildana darbeyê; îlankirina Qanûna Rewşa Awerte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de, di hiqûqê de çawa dihên şîrovekirin û teysandina wan çi ne.

Di panelê de li ser rewşa girtin û binçavkirinên şaradar û siyasetmedarên Kurd jî hat rawestandin. Di axaftinên panelîstan de hat dîyarkirin ku, biryarnameyên ku di rewşa awarte de hatine derxistin, têkilîya wan bi hiqûqê re tuneye û di rewşa awarte de lêpirsên û lêgerîna mafên hiqûqî ne pêkan e. Panel bi pirs û bersivan dawî bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin