Pakîstanê du balafirên şerî ên Hîndistanê xistin

Balefirên şer ên artêşa Pakistanê du balefirên şer ên Hindîstanê xistin.

Li gor ajansa Reutersê îro sê balefirên şer ên Pakistanê çûn asîmanên Hindîstanê ya li herêma Keşmîrê û bi balefirên şer ên Hindîstanê re hatin hember hev û naçar man ku paşde wegerin.

Li gor çapemeniya Hindîstanê du balefirên şer ên welatê wan ji aliyê balefirên şer ên Pakistanê ve li esmanên Hindîstanê hatine xistin û ji ber wê jî du balefirvanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Pakistanê jî di vê derbarê de daxuyaniyek da û ragehand, piştî êrîşa esmanî ya balefirên şer li ser herêma Keşmîrê ya beşa Hindîstanê, hejmarek belefirên Hindîstanê hewldane êrîş bikin ser herêma Keşmîrê ya beşa Pakistanê, lê li hember rawestane û li esmanê Pakistanê du balefirên şer ên Hindîstanê hatine xistin.

 

Herwaha li gor daxuyaniya artêşa Pakistanê du balefirvan hatine kuştin û balefirvanek jî dîl ango êxsîr hatiye girtin.

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin