PAKê seredana malbata Îbrahîm Halîl Baran kir

PAKê li Ruhayê seredana malbata Berdevkê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran kirin.

Heyeteke PAKê ku ji berdevka Komîteya Jinan ya PAKê Nezîhe Karahan û ji Nûneretîya Sêweregê Ahmet Çetînok pêk hatibû, roja 29.01.2017an , li Ruhayê seredana malbata Berdevkê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran kirin.

Dayik û bavê Îbrahîm Halîl Baran û birayê wî Farûk Baran li mala xwe pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê careke din girtina Îbrahîm Halîl Baran şermezar kir û piştgirîya xwe jibo malbatê nîşan dan.

Malbata Îbrahîm Halîl Baran jî ji bo vê seredanê û piştgirîyê spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir.

 

Serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Rihayê ve dihat meşandin de di11ê vê mihê li mala xwe ya li Rihayê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û di 23ê mehê de jî hatibû tewqîfkirin; niha di girtîgeha Rihayê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin