PAKê Mehmet Sincar û Metin Özdemir bi bîr anî

Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê bi hilkefta 25emîn salvegera şehadeta wan de Mehmet Sincar û Metin Özdemir, bi bîr anîn.

PAKê di 25emîn salvegera şehîdbûna Parlamenterê DEPê Mehmet Sincar û Rêveberê DEPê Metin Özdemir wan li Batmanê bi bîr anî.

Rêxistina PAKê ya Batmanê çû ser mezelên Şehîd Metin Özdemir. Ji bo Metin Özdemir û Mehmet Sincarî dua hatin xwendin û rêz hate girtin. Bêşdarên heyetê hestên xwe anîn ziman û gotin:

Hûn şehîdên Kurdistanê ne û ji bo ev zilma mezin ku li we bûye Xwedê heqqê we nehêlê û hûn her di dilê me de dijîn.

Serokê Şaxa Batmanê yê PAKê û birayê Metin Özdemir, Aziz Özdemirî wiha axivî:

''Mehmet Sincar û Metin Özdemir şehîdên Kurdistanê ne, ew dildarên Kurdistanê bûn. Ew sozdarên azadiya Kurdistanê bûn. Ew ê wek hemû şehîdên Kurdistanê di doza me de û di dilê me de tim bijîn. Em soz didin we ku heta welatê me azad nebe, heta ku em nebin xwedî dewleteke serbixwe bêwestan em ê tev bigerin''

Piştî xwendina duayan bîranîn bidawî bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin