PAKê li Amedê Jenosîda Helebçeyê Rûreş Kir

PAKê di roja 16.03.2018an de li Teşkîlata Amedê ya PAKê di 30yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de ev jenosîd bi civîneke çapemeniyê rûreş kir.

Serokê Gişî yê PSKyê Mesut Tek, nûnerên partiyên siyasî û gelek rewşenbîr û siyasetvan li gel rêvebir û endamên PAKê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.Telewîzyonên Rudaw, K24 û Waar jî civîn şopandin.

Endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan daxuyaniya di derbarê Jenosîda Helebeçeyê ya bi sernivîsa ‘’Jenosîda Helebçeyê Bi Dagirkirina Kerkûkê û Bi Êrîşa Li Ser Efrînê Berdewam e’’ xwend.

Piştî daxuyanî hate xwendin, beşdaran bîr û rayên xwe di derbarê jenosîda Helebçeyê û rewşa giştî anîn ziman.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin