PAKê Dr. Sadiq Şerefkendî bibîr anî

Bi hilkefta 26emîn salvegera şehadeta Dr. Sadiq Şerefkendiyê Nemir û 3 hevalên wî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek belav kir û terorkirina van nemiran rûreş kir.

Di peyama ku ji Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî belavkirin de wisa hate gotin:

"Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî di 17yê Îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanyayê ligel sê hevalên xwe yên endamên PDKÎyê ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.

Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîamê rûreş dikin.

Di 26emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û bi giramî bi bîr tînin. 17.09.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin