PAKê bi wefdekê seredana Ahmed Turk kir

Di serokatiya cîgirê serokê PAKê Nurullah Timur heyeteke PAKê, roja 06.02.2017an li Qesra Qenco ya mala Ehmed Turk seredana wî kir.

Di serokatiya cîgirê serokê PAKê Nurullah Timur heyeteke PAKê, roja 06.02.2017an li Qesra Qenco ya mala Ehmed Turk seredana wî kir.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di derheq ziyaretê de agahdarî da: ”Heyeteke PAKê, roja 06.02.2017an li Qesra Qenco ya mala Ehmed Turk seredana wî kir. Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKe Nurullah Tîmûr, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Faîz Eşîn, Kurbettîn Yildiz, Abdurrahman Ecer, Vahit Aba û Serokê Teşkîlata Mêrdîn Bedran Acar û rêveberên Teşkîlata Mêrdîn ya PAKê , di seredana xwe ya Qesra Qenco’ya mala Ahmed Turk de, li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û hemû endamên PAKê ,hestên derbasbûyînê pê re parve kirin. Heyeta PAKê, jê bidûrxistina ji Serokatîya Beledîya Mêrdînê û girtina Ahmed Turk wekî neheqîyekê binav kirin û ev neheqîya şermezar kirin.

Ahmed Turk jî spasîya xwe li heyeta PAKê kir û jiber vê seredanê kêfxweşîya xwe anî ziman.

Heyeta PAKê û Ahmed Turk, di derbarê rewşa Kurdistanê, şerê heyî û dîyaloga di navbera Kurdan de bîr û rayên xwe ji hevdu re gotin.

Seredan di atmosfereke dostane bi dawî hat”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin