PAKa Stenbolê li Taksimê digel Dayîkên Şemiyê bû

Îro di 700emîn rûniştina Dayîkên Şemiyê de li Taksîma Stenbolê bi fermana Süleyman Soyluyî polêsan êrîş bire ser Dayîkên Şemiyê û ta niha 23 kes hatine binçavkirin. Şaxa Stenbolê ya PAKê jî li qada çalakiyê amade bûn.

Îro li Taksima Stenbolê, Dayikên Şemiyê û dostên wan, bi armanca 700emîn rûniştina xwe pêk bînin hatin ba hev.

Şaxa Stenbole ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî, digel Cîgirê Serokên PAKê Mehmet Gül û Kasım Ergün li Taksimê amade bûn. 

 

 Lê bi fermana Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Süleyman Soyluyî, polêsan bi moşekên gazê êrîş birin ser Dayîkên Şemiyê û çalakvanan û ta niha 23 kes hatine binçavkirin.

Hate ragihandin, piştî êrîşê girse belav bûn û dûvre cardin hatin cem hev bes polêsan cardin mudaxaleyî girseyê kir. Her wiha dayîk û rojnamevan jî tê de herî kêm 23 kes hatine binçavkirin.

Ta niha êrîş berdawam in.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin