PAKa Bakur û PAKa Rojhilat li eniya şer civiyan

Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Bakurê Kurdistanê li eniya şer serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê kir.

Îro (24ê Sibatê) şandeke PAKa Bakur ku ji Endamê Bireveberiya Navendî Orhan Kaya û endamên Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Abdullah Kahramaner û Abdî Işik pêk hatibû, li eniya şer li Kerkûkê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê ya Rojhilatê (PAK-Rojhilat) kir.
 

Şanda PAKê ji alîyê Alîkarê Serokê Giştî yê PAKa Rojhilat Husên Yezdanpenah ve hat pêşewazîkirin.
Di hevdîtinê de, herdu aliyan derbarê Tirkiye, Îran û Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê de bîr û rayên xwe yên parve kirin.


Husên Yezdanpenah, behsa xebatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê kir û got, ‘’Di vê merheleyê de wek PAK-Rojhilatê em li Rojhilatê Kurdistanê şerê çekdarî nameşînin. Lê xebatên nihênî yên siyasî em birêve dibin.’’
 

Endamê Bireveberiya Navendî ya PAKa Bakur Orhan Kaya jî, behsa xebatên PAKê kir û derbarê bîr û ray û bernmameya PAKê de agahî da şanda PAKa Rojhilat. Kaya her wiha piştgiriya xwe ya ji bo birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin