PAK û PSKyê li Amedê panela bi navê ‘’ 95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar xistin

Bi minasebeta 95emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû, bi organîze kirina PAK û PSKyê li Amedê di roja 13.02.2020an de paneleke bi navê “95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar ket.

Navenda Nûçeyan - Bi minasebeta 95emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû, bi organîze kirina PAK û PSKyê li Amedê di roja 13.02.2020an de paneleke bi navê  “95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar ket.

Moderatorê panelê, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanê Kurd Enwer Karahan bû.
Axaftvanên panelê jî, Nivîskarê Kurd Amed Tîgrîs, Lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bûn.

Panel li Odeya Muhasebecî û Malî Muşawîran a Amed birêveçû.

Gelek sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên Kurd, endamên Komeleya Şex Seîd beşdarî panelê bûn.

Panel ji 3 beşan pêk hat. Di beşa yekem de Enver Karahan helbestek di derbarê Tevgera Şêx Seîd de xwend. Di başa yekem û duwem de panelîstan  derbarê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû de agahdarî  dan û bîr û bawerîyên xwe di anîn ziman.

Di beşa sêyem de jî beşdarên panelê bîr û rayên xwe anîn ziman, pirsên xwe kirin û panelîstan jî bersîva dan.

Panelê 2 seetan berdewam kir û bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin