PAK û PSKê li Stenbolê Konferansa Referandûmê lidarxist

PAK û PSKê roja 02.04.2017ê li Stenbolê Konferansek di derbarê referandûmê de lidarxist.

Konferans bi moderatorîya Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün birêve çû.

Konferans bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir û sirûda netewî ya Kurdistanê “Ey Raqîp” hate xwendin.

Di konferansê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek bîr û rayên partîyên xwe û yên hevbeş ên di derbarê protestoya Referandûmê de anîn ziman.

Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek bi tirkî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî bi Kurdî bîr û rayên xwe û sebebên protestoyê pêşkêş kirin.

Paşê civîn bi beşa pirs û bersivan bidawî hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin