PAK û PSKê çûn sersaxiya Pêşmerge Zehrayê

Îro li Mêrdînê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel endamên Tifaqa Welatperwer û Demokrat çûn sersaxiya Pêşmerge Zehrayê.

Weke tê zanîn Zehra Yiğita ku weke pêşîn endama PDK-T û weke Pêşmerge Zehra dihat nasîn, li Qosera navçeya Mêrdînê di 77 saliya xwe de koça dawî kir.

Bi vê hilkeftê îro li Qoserê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel digel şandeyeke ji endam Tifaqa Wlatperwer û Demokrat pêkhatî çûn taziya Zehra Yîgîtê.

Di şandeyê de Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Abdulkadir Demir, yê Qoserê Şeyhmus Ünal, yê Peyasa Amedê Zeki Ekinci û herwiha Serokê Teşkîlata PAKa Mêrdînê Bedran Acar û gelek endam û rêvebirên PAK û PAKê cih girtin.

Özçelik û Bozyel û şanda bi wan re, sersaxî ji malbat, nas û dost û gelê Kurdistanê kir.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin