PAK û PSK li Îzmîrê Konferansek li ser Zimanê Kurdî li dar xistin

Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî, roja 25. 02.2017an li Îzmîrê ji alîyê PAK û PSKê konferansa zimanê kurdî hate li darxistin.

Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî, roja 25. 02.2017an li Îzmîrê ji alîyê PAK û PSKê konferansa zimanê kurdî hate li darxistin.

Konferans bi moderatorîya sîyasetvanê Kurd Mehmet Ermîş, Nivîsikar Ahmet Aras, Cîhgirê Serokê Giştî yê  PSKê Nevzat Teker, Nûnerê PAKê yê  Îzmîrê Nîyazî Çetînok wekî axaftvan beşdarî  Konferansê bûn.

Nivîskar Ahmet Aras di derbarê dîroka edebîyat û zimanê kurdî de, Nevzat Teker di derbarê sîyaseta Dewleta Tirkîyê  ya  asîmîlasyonê û wazîfeyên sîyasetvan û rewşenbîrên kurdan de, Nîyazî Çetînok jî girîngîya zimanî di netewebûnê de anî ziman.

Konferans bi pirs û beşdarîya xwe konferanseke berhemdar bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin