PAK û PSK ”Divê berpirsiyar hesab bidin”

PAK û PSK kuştina Kemal Kurkut şermezar kirin û divê hesab ji berpirsyaran bê pirsîn”

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twiterê de got; ”Ciwanê Kurd Kemal Kurkut li Amedê roja Newrozê ji alîyê polîsan ve hate kuştin. Em vê şermezar dikin û divê hesab ji berpirsyaran bê pirsîn”

PSKê ji beyanekê derxist û got;” Ew kuştina Kemal Kurkut bi şêddet protesto dikin û divê demildest berpirsiyarên vê derxin ortê û ji wan hesab bipirsin.” Di berdewamîya beyanê de dihê gotin; Kuştina xwendekarên Zanîngehê Kemal Kurkut netîceya selehîyeta ku di çerçweya OHAlê de dane polis çêbûye û ji ber wê yekê jî divê OHAL zûtirîn rabibe.

Kemal Kurkut xwendekarê Fakulteya Hunera Bedew a beşa Muzîkê ya Zanîngeha Inonî ya Meletyayê bû û di Newroza Amedê de bi îddîaya ku di destê wî de kêr hebûye û ji polis re gotîye di çenteya pişt wî de bombe heye û revîyaye ji alîyê polis ve ji piştê ve hat kuştin. Lê derket ortê ku di çenteyê wî de kitêb hebûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin