PAK Swêdê, serdana berpirsiyarê nû yê KRG-Swêdê kir.

.

Do (2021-07-20) Şandeya PAKê çû serdana berpirsê nû yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Şoreş Qadir Rahîm.

Şandeya bi seroka meclîsa piştgirên PAKê li Ewropayê Seval Mert û ji komîteya PAK Swêdê Roza Kurd, Mustafa Kalpak û Bilal Gorgu îro serdana Buroya KRG- Nûneratiya hikûmeta herêmî ya kurdistan li Swêd ( KRG- Kurdistan Regional Government- Representation )  li Stockholmê kir.

PAK- Swêdê pîrozbahiya berpirsiyarê nû yê KRG rêzdar Şoreş Kadir Rahîm kir û serkeftin di karê û wezîfeya wî ya nû de xwest.

Di serlêdanê de li ser kurd û Kurdistanê û rewşa Kurdîstanîyên li Diasporayê sohbetek germ kirin.

Birêz Şoreş Kadir Rahîm li ser xebata KRG li Swêdê jî bo Kurdistaniyên li Swêdê bi berfirehî  agahdarî da şandeya PAKê. Pak Swedê  jî  behsa kar û xebatên xwe yên li Kurdistanê û Diasporayê kir.

Pêwendî û diyaloga di navbera PAK-swedê bi KRG dê her berdewam be. Rêzdar Şoreş Kadir Rahîm beriya sala 2018 berpirsiyarê KRG- Swed bû û du sal şûnde îsal dîsa dubare bûye berpirsê KRG-Swedê.

Rûpela Nû / Stockholm

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin