PAK-Swêd kongreya xwe ya salane kir

2018/10/28 li Stokholmê rêxistina PAKê ya Swêdê kongreya xwe ya salane li dar xist.

Kongreyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Serokê Komîteya PAK-Swêdê kongre vekir, dûre dîwanek ji bo rêvebiriya kongrê ji sê kesan hat hilbijartin. Rapora xebatê ya salane û raporên din hatin pêşkêşkirin.

Serokê komîteya Swêdê Nihat Akar û li ser navê meclîsa PAK-Ewrûpa Nimet Mumtaz Aydin axaftin kirin. Piştî her du axaftinan, hin beşdarên kongreyê mafê axaftinê girtin, bi taybetî jî li ser hilbijartiên herêmî û helwesta PAKê rawestiyan.

Di kongreyê de, digel komîteya Swêdê ya nû Komîteya Rawêj û Komîteya Çavdêriya Aborî hatin hilbijartin. Ji bo Komîteya Karger 7 kes, ji bo Komîteya Rawêj 3 kes û ji bo Komîteya Çavdêriya Aboriyê 3 kes hatin hilbijartin.

Li ser kar û xebata pêşerojê dîtin û pêşniyar ji bo komîteya nû hatin kirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin