PAK: Rojnameya Yeni Şafak Şirîkatîya Êrîşkarên Nîjadperest Dike

.

"15 Baroyên Parêzeran bi daxuyanîyeke hevbeş êrîşên nîjadperst yên li bajarên Tirkîyeyê li ser malbatên Kurd hatine kirin şermezar kirin.


Rojnameya Yeni Şafak ji ber vê daxuyanîyê êrîşê dibe ser baroyan û ji 15 Baroyên Parêzeran re dibêje ‘’Baronên Qendîlê-Mezinên Qendîlê’. Ango Rojnameya Yeni Şafak van 15 Baroyên Parêzeran bi hevalbendîya PKKyê sûcdar dike.Rojnameya Yeni Şafak bi vê gotina xwe, piştgir û şirîkê êrîşkarên nîjadperestin.Herweha ew dozger û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê , sîyasetmedar, rojnamevan û kesayetên ji beşên cuda cuda yên civatê yên ku çavên xwe ji van gotinên Rojnameya Yeni Şafakê re digirin, cesaretê didin vê rojnameyê jî şirîkê vî sûcî û şirîkê van êrişên li ser malbatên Kurda ne."

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye