PAK: Me Jenosîda Geliyê Zîlanê ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin jî

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta salvegera Qirkirina Geliyê Zîlanê peyamek weşand. Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK'ê ve hatî belavkirin de wisa hate gotin:

"Me Jenosîda Geliyê Zîlanê Ji Bîr Nekiriye û Em Ji Bîr Nakin Jî

Di dema Serîhildana Agiriyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkiyeyê li Geliyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî. Jenosîd bi fermandariyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordiya Dewleta Tirkiyeyê hate lidarxistin. Di Jenosîda Geliyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetilkirin ku di nav wan de zarok, jin û pîr jî hebûn."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin