PAK li Şîrwanê li gel xelkê xwe bûn!

Heyeta PAKê Seredana Kufreyê (Şîrwan) Kir, Çû Şîna Qurbanîyan

Heyeteke PAKê ku bi serpereştîya Cîhgirê Serokê Giştî Nurullah Tîmûr, endamên Komîteya Bireveberîya Nawendî Feyaz Ekmen, Abdurahman Ecer,endamê Meclîsa PAKê M.Salîh Kiliçaslan Serokê Teşkîlata Batmanê Azîz Ozdemîr, endama Komîteya Jinan Zînet Dînçer û rêveberê Teşkîlata Amedê Sulayman Aliş, rêveberên Teşkîlata Batmanê Tahir Birlik û Hamdullah Toprak, damezranêrê PAKê Mahmût Tîmurtaş roja 21.11.2016an seredana Kufreyê(Şîrwan), cîhê hilweşîna Madenê kirin.

Heyeta PAKê di destpêkê de li gundê Madenê seredana cîhê şînê yê qurbanîyên vê hilweşînê kirin. Li ser navê PAKê sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwestin, ji bo yên di binê axê de mane bi saxî bêne xelas kirin dua kirin, hêvîyên xwe anîn ziman. Malbatên qurbanîyan jî ji bo vê seredan û piştgirîyê spasîya PAKê kirin.

Paşê heyeta PAKê cîhê hilweşîn lê bûye zîyaret kirin, malûmat di derbarê xebatên xelas kirina yên di binê axê de mane wergirtin û bi malbatên wan re axiftin.

Sîyasetmedarê Kurd M.Alî Sevîlgen, Şukru Sevîlgen, Faysal Batur jî bi heyeta PAKê re serdana cîhê hilweşînê kirin.

Li gorî malûmatên ku heyeta PAKê wergirtine û ew tiştên ku li cîhê bûyerê de li ber çav in, gelek aşkere ye ku ev ne bes hilweşîneke, herweha qetlîamek e jî. Îhmalkarîyên mezin yên berpirsyarên vê madenê hene.

Heyeta PAKê piştî ji malbatên qurbanîyan û yên di binê axê de mane xatir xwestin ji Kufreyê veqetîyan

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin