PAK, li ser girtina Ermîşî wê sibê li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê

Hate ragihandin ku Partiya Azadiya Kurdistanê, li ser desteserkirin û girtina Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û endamên din, li Amedê sibê saet 11.00an de dê civîneke çapemeniyê li dar bixe û raya giştî agahdar bike.

"Vexwendina ji bo civîna çapemenîyê:

Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermîş Hate Girtin

Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş di roja 14.02.2018an de li Îzmîr a bajarê Tirkiyeyê, bi hinceta parvekirinên di sosyal medyayê de, ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Mehmet Ermiş di Emniyeta Îzmîrê de, 9 roj desteserkirî ma, paşê jî di roja 22.02.2018an de derkete ber dadgehê û dadgehê biryara girtina wî da.

Ji bo şermezarkirina biryara girtina Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û ji bo agahadariyên di derbarê desteserkirin, girtin û cezayên ku li rêvebir û endamên partiya me hatine birîn de, em ê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Em hemû gelê xwe dawetî vê civîna çapemeniyê dikin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Cîh: Teşkîlata Amedê ya PAKê (Gevran Caddesi Kocakaya Apt. Kat:2 No:4, Yenişehir /Diyarbakır)

Roj: 24.02.2018

Saet: 11.00

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin