PAK: Li Rojavayê Kurdistanê hemû girtîyên sîyasî demildest divê bêne berdan

.

Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûne, Sekreterîya ENKSyê dîyar kirîye ku, roja 17ê Tîrmehê endamên PDKSyê Mihemed Salih Ehmed li Çilaxa, Izedîn Mehmûd li Qamişlo, Mihemed Eyo li Qamişlo, Berzan Husên li Girkê Legê Şêxî ji alîyê dezgehên ewlekariyê yên PYDê ve hatine revandin û li Kobanê jî bi ser mala serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurdistanî Weysî hatîye girtin.

Di demeke ku di nevbeya PYNK û ENKSyê de danûstandinê ji bo lihevkirna Kurdî – Kurdî tê meşandin de, li Rojavayê Kurdistanê girtina endamên partîyên sîyasî, hem zerarê digihêne xebatên lihevkirinê , hem jî binpê kirina azadîya ramanî û xebata sîyasî ye.

Em bangî birêveberên Rêveberîya Xweser, HSD, PYNKyê û bangî Berpirsên Dewleta Emerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê berpirsyarin dikin da ku rê li ber van girtin û îşkenceyan bigirin û nehêlin hewl û xebatên lihevkirina Kurdî – Kurdî zerarê bibînin.

Hemû girtîyên sîyasî, rewşenbîr û aktîvîstên mafê mirovan yên li Rojavayê Kurdistanê divê demildest bêne berdan.

19.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em ji ber darvekirina ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade Dewleta Îranê rûreş û protesto dikin
Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET