PAK li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê birêz Prof. Dr. Kadri Yildirim bû

.

Bi beşdarbûna bi hezaran welatparêzên Kurd, endam û birêvebirên partiyên siyasî û saziyên sivîl, nivîskar û akedemîsyen, xizm û malbata birêz Prof Dr Qedrî Yıldırım, cenazeyê xwedê jê razî li Amedê, li"Goristana Gundê Nû"yê (Yenikoy Mezarlığı) roja 27.03.2021ê hate veşartin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Vahit Aba, rêveber û endamên PAKê Talip Sana, Faiz Eşin, Abdullah Polat, Mustafa Kalhan, Hüsamettin Turan û gelek endam û alîgirên PAKê beşdarî merasîma cenazeyê birêz Prof Dr Qedrî Yıldırım bûn.

Polîsên Dewleta Tirkîyeyê nehiştin Alaya Kurdistanê bi tabûta cenazeyê birêz Prof Dr Qedrî Yıldırım bê alandin.

Wek tê zanîn mamosteyê zimanê kurdî , nivîskar , parlamenterê berê birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim roja 26.03.2021ê di encama celta mejîyî de li Amedê jiyana xwe ji dest da bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye