PAK: Li Almanyayê Ji Bo Hevalê Me Kek Feyyaz Ekmen Merasîmeke Welatperwerane Hate Li dar Xistin

.

Îro(03.05.2021) li Bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo hevalê me , Cîhgirê Serokê Giştî PAKê kek Feyyaz Ekmen merasîmeke welatperwerane hate li dar xistin.

Li Camîya Kolnê piştî nimêja cenazeyê hate kirin, bi beşdarîya malbata Kek Feyyaz Ekmen, rêveber, endam û alîgirên PAKê, nûnerê PSKyê Lezgîn Berzan, nûnerê PDK-Bakur Bayram Ayaz û gelek sîyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û nas û dostên Kek Feyyaz Ekmen bi tedbîrên Covid-19ê merasîmek hate li dar xistin. Li gel qedexeyên Covîd-19ê jî gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen bûn.

Tabûta cenazeyê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê û bi Alaya PAKê hate pêçan.

Di merasîma cenazeyê de Endamê Meclîsa PAKê Siraac Kirici axaftinek kir.

Sirac Kirici di axaftina xwe de , behsa kesayet, dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, mirovahîyetî û ked û xebat û têkoşîna Kek Feyyaz Ekmen kir.Sirac Kirici got ‘’Kek Feyyaz Ala azadîya Kurdistanê tu carî li erdê nexist û em jî soz didin ku emê di rêya wî de bimeşin û emê Ala Kurdistanê , Ala Azadîya Kurdistanê jî tu carî li erdê nexin û di Kurdistaneke azad de dê gelê me mizginîyê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê’’.

Cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen roja 04.05.2021ê di seet:10.00ê de dê bigihêje Balafirgeha Batmanê.Cenazeyê kek Feyyaz Ekmen eynî rojê dê li Kercewsê bê veşartin.

Ji ber qedexeyen Covid-19ê û qedexeyên derketina derve ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, gelek rêveber û endam û alîgirên PAKê û welatperwerên Kurdistanê mixabin dê nikaribin beşdarî veşartina cenazeye kek Feyyaz Ekmen bibin.

Piştî qedexeyên Covîd-19ê rabûn, di demeke minasîb de, rêveber û endam û alîgirên PAKê û welatperên Kurdistanê dê seredana mezelê Kek Feyyaz Ekmen bikin.

03.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan