PAK-JIN: Em wek jinên Kurdistanê qetlîama plankirî û nîjadperest ya li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin

.

Komîsyona Jinan a Partîya Azadîya Kurdistanê: Em wek jinên Kurdistanê qetlîama plankirî û nîjadperest ya li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin.

"Li bajarê Konya ya Tirkîyeyê di êrîşeke nîjadperest de ji malbateke kurd 7 kes hatin qetil kirin.Ji vaba 3yê wan jin bûn.Ev qetlîama ne qetlîameke munferid e.Qetlîameke plan kirîye û berhemê sîyaseta rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê ya nîjadperest a li dijî kurdan e.

Em wek jinên Kurdistanê van qatilên nîjadperest û wan hêzên ku ji van êrîşan re rê xweş dikin, çavên xwe ji wan re digirin rûreş dikin, protesto dikin.

Miletê Kurd û jinên kurd ên ku beşek in ji vî miletî heta nuha li himberî tu qetlîaman serê xwe netewandine, ji îro pê ve jî dê netewînin.

Em ji malbata Dedeogullari ya ku di vê qetlîamê de 7 canên xwe ji dest dane û ji gelê xwe re sersaxîyê dixwazin."

PAK JIN ( Komîsyona Jinan a Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn