PAK: Ji bo Hevalê me Feyyaz Ekmen sibê li Almanyayê dê merasîma cenazeyê bê li dar xistin

.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê): Ji bo Hevalê me Feyyaz Ekmen roja 03.05.2021ê li Almanyayê dê merasîma cenazeyê bê li dar xistin.

Ji bo Hevalê me Feyyaz Ekmen roja 03.05.2021ê li Almanyayê dê merasîma cenazeyê bê li dar xistin

Hevalê me , Cîhgirê Seroke Giştî yê PAKê kek Feyyaz Ekmen ji ber nexweşîya Covid-19ê roja 30.04.2021ê çibû ber dilovanîya xwedê.

Roja 03.05.2021ê bi seeta Almanyayê di seet.13.45ê de li Camîya Kolnê ya Navendê ya Mezin de dê nimêja cenazeyê bê kirin û dê merasîmeke bê li dar xistin.

Em bangî hemû welatperweran û gelê xwe yê li Almanyayê dikin ku bi tedbîrên pandemîyê beşdarî nimêja cenazeyê û merasîmê bibin.

Piştî ku prosedura yasayî ya ji bo şandina cenazeyê kek Feyyaz Ekmen temam bibe, dê ji bo welêt bê şandin. Cenazeyê kek Feyyaz Ekmen dê li Kercews a Bajarê Batmanê bê veşartin. Di vê derbarê de jî emê raya giştî agahdar bikin.

02.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû